Divê ku em bizanibin danîna hemû hukmên şerî'eta Îslamê ji bo mesleheta civakê ne. Zanîn û fêmkirina van meslehetan jî bê qeyde û rêzikan çênabe. Zanista Usûlu'l-Fiqhê van qeyde û rêzikan di xwe de dicivîne. Kesên ku dervayê van rêzikan destê xwe dirêjî van hukman bike ev qeyde û rêzik dibin asteng ji wê destdirêjkirinê re. Ji bo vê em dikarin bibêjin parastina hukmên şerî'eta Îslamê bi zanista Usûlu'l-Fiqhê tê holê. Zêdetirê ji vê jî zanista Usûlu'l-Fiqhê delîl û burhanên van hukman diparêze çavkaniyên orjînal û talî ji bona wan hukman dide diyarkirin.
Zanista Usûlu'l-Fiqhê bingeha delîlanînê dixe nav çarçoveyê. Lewra ev zanista han delîlên qewî û jar ji hev cuda dike. Hedîsên ku duristbûna wan ne diyar e ji yên dîtir cuda dike û Îsraîliyatan jî ji wir dûr dixe.
Ev zanista han îctihadkirinê li ser muctehid hêsan dike û di bûyerên taze de dibe alîkar ji bo dîtina hukmên guncan.
Dîsa ev zanist nahêle ku mirov li gor hewa û hewesa xwe bi ayet û hedîsan bileyize. Çi ku ev zanista ji ayet û hedîsan re maneyên kifşe datîne.