Qehremanê vê çîrokê jîrî çêkirî ango Pêşgo ye. Pêşgo Duyem romanê Kurd ku zanistiya nûjen civak dîrok çand polîtîka û erdnîgariyê bi hev re hunandiye.
Nivîskar me li welatê me gav bi gav dide gerandin dîrokê hûrik hûrik vedibêje û azadiyê bi me pêl bi pêl dide hîskirin. Tu car encama ku tê hêvîkirin dernakeve pêşiya me. Ji nav rûpelên vê pirtûkê berxwedan bawerî hêvî bibiryarî dilsozî û rastiyek diweşe. Nivîskar girîngiya jîriya çêkirî ya ji bo mirovahiyê jî bi dilgermiyeke mezin destnîşan dike.
Ev roman berî ku jirî çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana
me di sala 2021'an hatiye nivisandin. Nivîskar weka ku roja îro dibe bi vê têbiniyê me hişyar kiribu: "Hej ku jîrî çêkirî an ji Nûjîr romana mirovan nenivîsîne min hewl da ku ez romana wan binivîsîm. Hevi dikim ku ev hewldan ji bo civakê bibe jêrenoteke biçûk!..