Li vir em behsa serî ya destpêkirina plana desthilatdarên Tehrané ú kevneperestên navçeya Urmiyê Xoyê û Makoyê dikin ku tiştek texsir nekirine ji bo bednavkirina kurdan û xebata wê ya rewa ya vê plana ji bo handana hêza zilmê ya artêşa Îranê û lipêşçavxistina gelê kurd ji alîyê rûniştîyên Îranê ve hatine amade kirin. Ev neticeya berdewambů- na dagirkirina Kurdistanê û gelê wê bûye. Ji bili karbidestên dewleta Îranê konsolosé Tirkîyê û sîxurên wan di bicihkirina vê planê de beşdarî kirine ev jî di belgenameyan de derdikeve wekî berhevkirina xelkê li poste û telgrafxaneyan grev û şandina telgrafan ji Tehranë re û gilîya kurdan û daxwaza yarmetî û şandina eskerên Îranê li navçeyê ji bo careke din qetlíama kurdan avakirina komisyona yarmetîyê ji bo lêqewimîyên Urmîyê û navçeyê re. Ev û beşdarîya şahê Îranê di pêkanî- na vê komisyonê de û tevlihevîyên rojnameyan di vî warî de û bendav- kirina kurdan di çavpêketina bi karbidestên esker û dîplomatên Sovyetê re... tiştanokên/sirên senaryoyan nişan didin.
Bûyerên bi vî awayî di navçeyên Hewramanê Merîwanê Kirmaşanê û Loristanê de jî rû dane ku mixabin heta niha jî tu qîmmetek pê nehatiye dayîn hetta di çarçoveya Mehabad û derûdora wê de û bi yekalî ew jî di navbera salên 1945-1946 an de hatîye behs kirin di wextekî de destpêkirina serîhildana kurd her di tebaxa 1941 an de li navçeyên "Urmiyê Xoyê Makoyê Şapûrê Merîwanê û Kirmaşanê" hebûye.