Melanasî
Melanasî
Melayê Cizîrî Û Mîrasa Wî
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      493
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      16 x 24
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786256963788
    400,00 TL
    280,00 TL
    ÜRÜN SATIŞ DIŞI
    Melayê Cizîrî digel şairtiya xwe di şecaet û wêrekiyê de jî dersek dide me û jixwebaweriya me ya wendabûyî cardin dihêne bîra me ku bêtirs qiyasa xwe bi giregirên şi'rê re dike. Çimku dizane ku di iqlîmê suxen de mîr di şi'rê de cihangîr ew e. Lewma jî Mela ji bo ku fesahet û belaxeta xwe nîşan bide ji şairên Şîrazê meydan xwestiye çi Hafizê Şîrazî çi Se'dîyê Şîrazî çi jî Celalê Tebîb ê Şîrazî... Piştî vê yekê di me de ev fikir hasil bû ku şiara vê xebatê diviya ev beyta meşhûr biba ku wiha ye; Ger lu'lu'ê mensûr ji nezmê tu dixwazî Wer şi'rê Melê bîn te bi Şîrazî çi hacet Belê ev pirtûk li ser Melayê Cizîrî û Mîrasa wî ava bûye ku bi nêrîneke akademîk ji bîst û şeş nivîsaran pêk hatiye. Ji van nivîsaran her yekê helbestên Melayê Cizîrî li gorî pîvanên edebiyat dîrok zimannasî antropolojî û sosyolojiyê analîz kirine. Her nivîsareke vê berhemê ji pencerekeyeke din ve li hunera Mela nihêriye û nirxandiye ku ew nivîsar ji bo ragirtin veguhestin û gerandina mîrasa Melayê Cizîrî cihekî muhîm digirin. Me bi van nivîsaran xwest ku perdeya li ser helbestên Melê bidine aliyekî û dîmena efsûnî ya pişt vê perdê piçekî bibînin. Em hêvî dikin ku ev xebata li ber destê we lîteratura Melayê Cizirî ya heyî gavekî pêş de bibe nîqaş û nêrînên nû derbixîne û ji bo xebatên nû bibe çavkaniyeke baş.
    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    Taksit Anlaşmamız Bulunan Kredi Kartları
    Güvenli Alış-Veriş
    Sosyal Medya
    © 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır