Di van salên dawîyê de bêdadî û bê huquqiya ku li Turkiyeyê tê sepanadin di qada perverdê de
derfet nade ku însanên azad bigîhêjin.
Her çiqas dahtūya ziman azadî û xwebûna Kurdan bin xeterîyêda be ji birayê min ê hêja Necati
Boz çi bi nivîsên xwe çi ji bi şêvaza jiyana xwe hêvî dide mirov.
Min berxwedan serhildan qêrîn nalîn û serkeftin bi tev de bi hêviyekî mezin di helbestên te yên ku
di "Rozaya Pîroz" de xéz kiribûn de dît.
Di pirtûkê de min xwe dit zarokatiya xwe û ya her kurdeki ku zarokatiya wî li Kurdistanê tê
wêrankirin û wêraniya giran a jiyana bi xwîna di çar parçe de û pêra êrîşên hovane û her cûre
felaket!
Bi awayekî bêhiqûkî birayê min ê eziz Necati Boz 6 sala ji azadîya xwe û ji malbata xwe dur hate
hîştin. Hévêdar im ku carekî din rastê bêdadîyekî bi vî teşeyê neyê û bi berhemên xwe yê qedir bilin
ve di xizmeta wêjeyê de be. Ji birayê xwe re serkeftinê bê dawî dixwazim û dibêjim " her bijî û her ü
her şanaz bí".