Dema pênaseya têgiha mirov tê kirin divê neyê jibîrkirin ku hemû ev teorî û tez bi dîroka şaristaniya 5 hezar saleyî hatiye xwedîkirin. Bi detayên giştî tê diyarkirin ku mirovê/a polîtîk (Zoon Politikon) heta ku dewlet ava neke polîtîka neke nikare bibe mirov. Tê diyarkirin ku mirovê/a difikire (Homo Sapiens) mirovê/a ji jîriya hestiyarî bêpar tenê analîtîk e. Rastiya Mirovê ku amûran çêdike (Homo Faber) rastiya -nêçîrvanî gelek piştî berhevkariyê derketiye holê- hatiye piştguhkirin. Tenê piştî demeke dirêj -guh nede ku nêçîr piştî berhevkirinê demeke dirêj derketiye holê- tenê ji bo "parastin û êrîşê" bi têgînek şaristaniyê ku cihêrengiya mijar-objeyê kûr dike bi kêmkirina heqîqetê re amûr çêkiriye. Avakirinek bi mijara şaristaniyê heye ku dibêje mirovê ku amûran çêdike (Homo Faber) amûran tenê ji bo "parastin û êrîşê" hildiberîne. Rastiya nêçîrvanî gelek piştî berhevkariyê derketiye holê piştguh dike. Tê famkirin ku ev rewş rastiyê dadixe asta dîroka nêçîrvaniyê û tenê di ser nêçîrvaniyê de bi têgihkirineke ku cudahiya kirde-bireserê kûr dike ava dike.
Li gor mijara me teza "mirovê lîstik dilîze" ya ku Dîroknas Huizinga pêşkêş kiriye tezek wisa ye ku ji mirovê lîstik dilîze zêdetir mirovê ku pêşbazî û reqabetê dike pênase dike. Bi vî aliyê xwe Huizinga ji çandê heta hunerê ji mîtolojiyê heta olê ji felsefê heta zanyariyê hemû qadan bi têgiha agon (pêşbirk) şîrove kiriye. Di encama vê yekê de çerxa aşê hişmendiya nêçîrvan şivan xwedî kiriye û ji bo ku jiyan veguhere meydaneke reqabetê risteke mezin lîstiye. Lewma jî mirov dikare bêje ku ev tez jî têra xwe bi nêçîrvaniyê xwedî bûye.