Bûyerên sala 1918 û 1991an bê payîn dêmenê zimanê kurdî guherîn parvekirin û ji hev qutkirina di navbera desthilata siyasî û ziman de pêk anî û hem zelalî ji bo zimanê me pêk anî û hem firsetên jê birî û rewşenbîr û têkoşerên siyasî yên kurd kir saheya xebateke aloz û giran ya di warê ziman de.
Piştî 1918an zimanê kurdî tûşî siyaseta zimanê cûr bi cûr bû ji
zimankujjya (linguicide) Tirkîyê û Îranê bigre heta geşepêdana bi
Yekîtîya Sovyetê re ji salên 20an heta 1937an di navbera wan
herdu siyasetan de li Iraqê dewleta întîdabê û piştî întîdabê
zimanê kurdî dihelandin rê nedidan geş bike û fireh bibe. Farisî
tirkî û erebî bûn zimanê resmî û dewletê kirin wasiteya dariştina
netewe-dewleta Tirk Îran Iraq û Sûrîyê û helandina gelê kurd. Li
milê din Sovyetê dewleta îdeolojîk siyaset û bernameya xwe ji
bo zimanan hebû û ji ber wê tebeqeke rewşenbîrî ya kurd pêk
nehatibû firehbûn bi zimanê kurdî dibû rê veke ji bo perwerdeki-
rina zimannasîyê mamoste nivîskar rojnamenivîsî û rewşenbîrên
din li Iraqê ku tebeqeya rewşenbîrî awayê nû belavbûyî yê kurd
pê hilgirtibû bernameya dewletê ew bû kurdî di perawêzê de bimîne û qîmeta kulturî aborî siyasî û zanistî peyda neke ji bo
wê wekî paşmaleya zimanê erebî bimîne.