Kevok Mizgîn bi vê dîwana xwe ya nû şi'rên berdewamiya di derheq işq û evînê de bi zimanek henûn bi peyvên sade lê tîr bi ruhek kurdewarî ya beriya bajarvaniyê û pala xwe dayî efsûn û ciwankariya klasîzma Kurdî diyarî me xwendevanan dike
...
Kevok Mizgîn bi şi'rên xwe yên naîf hem evîn û evîndariyê li ber dilê me watedar û şîrîn dike û hem jî me ji wê sekn û helwesta nelirê ya li hember xwezayê diparêze û pirek kahîm di navbera me û xweza û dil de ji nû ve ava dike.
Berken Bereh