Lehengên vê çîrokê Ejderha Mamû û Dînozor in... Ejder biçûkekî ejderhayan e. Tirseke wî heye û ji bo ku kesek henekê xwe bi wî neke fedî dike ku tirsa xwe ji kesî re bibêje. Rojekê aciz dibe û diçe ba destbirakê xwe Mamû. Dema diçe wir dibîne ku dînozor hatine warê Mamû. Ejder dixwaze alîkariya hevalê xwe Mamû bike lê ew tirsonek e gelo wê çawa alîkariya wî bike ? Ewê Ejder bi vê tirsa xwe bikaribe Mamû ji dînozoran biparêze ?