Strana awaza wê xweş û gerîyên govendên her du Netewa germ dikir yek jî strana memûkê bû. Ya xwe malê gundê aşûtê. Jixwe dewlemendîya stranan jî girê- dayî erdnîgarîya berhemdar bû. Tevnê stranan bi delalîyên xwezaya wê deverê dihat nexşkirin. Kanîyên gundê Aşûtê yên ku hejmara wan zêde û hemû demsalan coavên xwe de wekî şîrî diherikî jîyan didan gîyan dar çandin şînîkahî derametî bivê nevê dibûn mijara stranên evîndarî û hilberîna gelê deverê. Pîrê kevîya Bakurê gundî ya hin salan xwe li benda berfa nû digirt û ew dida ber hembêza xwe kirasê xwe nûjen dikir. Ev Rewşa wê bona xwecihîyan hem nîşana berxwedanê Hem jî mînakeke vejînê dihat zanîn.