Ji Tevgera Neteweyî Ya 1925an PORTREYÊN ŞOPHIŞTÎ II
Ji Tevgera Neteweyî Ya 1925an PORTREYÊN ŞOPHIŞTÎ II
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      220
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      13,5 x 21
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9786256207097
    230,00 TL
    161,00 TL
    ÜRÜN SATIŞ DIŞI
    Pisti bidawihatina Serê Gisti yê Cihanê di 17yê Kanûna Ewel a 1334ê
    (1918) de bi serokatîya Seyid Abdulgadirê Nehri û hevalên wi li Sten-bolê ji bo bidestxistina mafê rewa yê neteweya Kurdistanê bi navê Ko-mela Tealîya Kurdistan (CTK)ê rêxistineke nû hate damezrandin û li ba-jarên gewre yên wekî Dîyarbekir Dêrsim Sêrt Xarpêt Meletîyê û di ser hev de li 19 câyên din subeyên cemîyetê hatin sazkirin.
    Pisti xebata du salan gesbûna bûyer û gesepêdanên li herêm û chanê meseleya dahatûya Kurdistanê di nav damezrêner û rêvebirên CTKê de nêrînên cuda derxistin meydanê. Ji bo dahatûya Kurdistanê beseke damezrêner û rêvebiran di nav sinorên dewleta Osmani de pêkanîna muxtarîyetê (otonomi) diparastin û beseke din jî serxwebûnê dixwestin.
    Sebeb ne tenê ev be jî li ser vê gotarê rêxistina navbori bû du bend.
    Pisti girtin û jihevbûna CTKê çûbe û komîteyên li Kurdistanê ketin nav xebat û lêgerîneke nû. Rêxistina "Komîteya Kurd a Erzerumê" di encama vê lêgerînê de dest bi xebatên binerd kirîye û bi Komîteya Stenbolê re jî têkiliyên xwe yên vesarti domandine. Komîteya Kurd a Stenbolê û Komi-teya Kurd a Erzerumê di Nisana 1922yê de bi tevi hinek rêxistin û komên din yekitîya xwe pêkanîne û bi navê "Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê" yan jÎ "Komîteya Îstiqlala Kurdistanê" rêxistineke nû hatîye damezrandin û Xalid Beg jî wek serokê komîteyê hatîye hilbijartin. Ev rêxistin di hin çav-kanîyan de bi navê "Komîteya Azadiya Kurdistanê (KAK)" yan jĩ bi navê xwe yê kurt wek "Azadi" tête binavkirin. Di belgenameyên Mehkemeya Îstiqlal a Serqê de rêxistina navborî bi navê "Kürdistan istiklal ve istih-las Cemiyeti" [Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê] derbas dibe.
    Tevgera Neteweyi ya 1925an bi keda hemû rêber û serkirdeyên xwe yên hêja bi rêberî û rêxistinkirina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê çêbûye. Di về xebata berdest de behsa portreya hinek ji wan damezrêner serkirde û kadroyên tevgera neteweyî ya Kurdistanê di sala 1925an tête kirin.
    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    © 2025 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır