Rexne nirxandin û şîroveyên zanistî li ser çîrokên kurdî zêde nehatine kirin. Ev berhem berhemeke ku di qada xwe de yekem e ku bi rengê şîrove rexne û nirxandin li ser çîrokên kurdî hatîye kirin. Di berhemê de 101 berhemên çîrokên nûjen yên kurdî hatine nirxandin. Berhem ji 592 rûpelan pêk tê.
Nivîskar bi rê rêbazên zanistî berhema xwe amade kiriye û bi wî rengî pêşkêşî xwînerên xwe kiriye. Nivîskar tevî rexne nirxandin û şîroveyan di dawiya her berhema hatiye nirxandin de puan dide ziman edîtorî estetîk honandin weşanxane û hwd. Xwîner hem bi wan pûanan hem rexne nirxandin û şîroveyan der barê berhemê de digihîje agahîyeke gelek baş.
Ji bo nasîna pirtûkên çîrokan yên kurdî ev berhem berhema herî baş e ya ku heta niha hatîye çapkirin.