"Dilê min jî wek wan hemû dilan siwarî baskê xweşbextiyê bûbû. Bi dîtina wê siruşta rengîn rûgeş dibû digel xweşî û kêfxweşiya hevrêyên derdora xwe digirnijî û digel keniyên wan ew jî têra xwe û ji dil ve dikeniya. Ji ber ku rast wek wan dilê min jî ew xem û kovanên temenê xwe yê şazdeh saliyê dabûne aliyekî û ji bîr kiribûn. Lê dîsan jî wê rojê dilê min heta dawiyê wisa jê re neçû serî. Belku gelek zû kete nav xem û xeyalên temenê xwe û bi awayekî gelek zeq tûj û bibandor ew xembarî dît ji dûriya tenê çend bihustan ve."
Husên Arif piştî Revdegurgê vê carê bi dirêjeçîrokeke evînî li deriyê xwînerên kurmancî dide. Lehiya Dilî ya ku cara ewil sala 1957an di bîst û yek saliyê de hatiye nivîsîn hem bi nivîsîna xwe ya pêşwext û hem bi mijar û vegotina xwe ya xurt xelekeke muhim ji dîroka çîroknivîsiya kurdî pêşkêş dike.
"Me ti nivîskarekî din mîna Husên Arif nîne ku em bikarin navê wî danin çîroknivîsê hestên mirovî yên sade çîroknivîsê mirovên bi tenê mayî." ‒ Bextiyar Elî