Te di nameya xwe de nivîsiye dibêjî:
"Va ye em neh roj in li Wanê ne;
Polîsên tirk rê nadin em biçin bayê pak û hênik
ê bajêr hilkêşin.
Hemû berêvaran bi derpêyekî xetxetî
Di pencereyê de temaşe dikim:
Navenda Wanê çiqas bibêjî xweş e
Çiyayên wê gerdenkeş û baxçeyên wê gelek rengîn in
Keçikên wê jî: kezîdirêj û
Bejinşorr û
Gelek nermîn in."
Te nivîsiye dibêjî:
"Di vê hotelê de ne bi tenê ez im yê penaber
Em du hezar û pêncsed kes in
Polîsên tirk rê nadin em biçin bayê pak û hênik
ê bajêr hilkêşin."
Axir Wan jî her niştîmanê me ye
Biray şîrînim
Wan jî
Her niştîmanê me ye.