Heke em hinek çavê xwe li dîrok û çapemenîya Kurdistanê bigerînin em dibînin her beyn nabeynekê û sal ne salekê -heke hemî salekê û salê yek-du caran nebûbe- şer û qirênên mezin di navbera desthilatdarên Romê û Ecem de rû daye û bi piranî şergeh û meydana şerên wan li ser ax û welatê kurdan bûye. Her kîjan yê din mexlub kiribe piştî wê çi bi derdê xwaribe bi talan û birrînê rapêçaye û lûl kirîye ew rika kerb û kîna wî dagirkerê bêmerhemet bûye alav û agir berdaye kitêbxane xwendegeh û cihên pîrozz û xwelîya berê ezîyet mejî bîr û zanayên kurd bûye kil û sûrmeya çavê wan.
Bêguman heke piranî û binînehatîya şûnewarên zanayên kurd nebûya dibû piştî wan karesatan- xeberek ji paşvemayê bîr û hişê zanayên vî gelî di dest de nebûya.
Piştî destê min qelemê girt û çavê min bi kitêbên dirrîyayî ket bala min li ser kitêbên kevin û perritî livîya û ez bi wan re jiyam û wan tesîrê ser ruh û hinava min kirin. Car caran jî li ha û li wir tiştek ji min didirrandin. Heta van demên dawîyê bi zêde wextderbaskirina bi gelek milên din ve bi danîna li milekî gelek projeyan min wext û firset ji xwe re pêk anî heta tê de goşeka paşvemayê ji destê karesatan rizgarbûyî şûnewarên zanayan tê de çêkim.