Yanî ҫi ye te bi qûna taxê girtiye? Yanîҫi ye tu bi rik û israr î da ku li taxa xwe bingor bibî? Tu bi ku de biҫî cihek heye ku bibe tirba te. Welatê me tevde bûye goristan. Mirî miriyan defin dikin. Kuştî di cenazeyan de dimeşin. Kî dê fatiheyê li ser te bixwîne? Eslen kî dê te binax bike? Dibe ku segên aware werin goştê te bixwin berî ku yek were te binax bike. Dibe ku tu bibî xwarina qijikên ku asîmanê welêt dagirtine.
Ev ne çîrokek e bi qelema Jan Dost ji xeyalê nizilîye ser kaxizê. Rûdan serpêhatî û serboriya vê romanê belkî rengvedana temamiya dîroka kurdan e ku ji çavê pîremêrekî di çarçoveya malbata wî de wêranî û zilma li ser welatî sekn û nêrînên dewletên biyanî bo axa wan û miletê wan bi haletîruhiyeteke însanî û wijdanî hatine vegêran.
Di vê romanê de berjewendî û sekna neteweyî di çarçoveya insaniyetiyê de xwînerên xwe vedixwîne qada hizrê ku dubendiyeka girîft heye di nav wan de.