Temirleng dewleta xwe li Maweraûnehrë qasidi kir şünde bi bakur de bi rojava de bi başûr de gelek seferên leşkeri pêk anîn. Eşkereye ku armanc û sedema van sefe- ran talana xelkê bû. Kijan welat dewlemend bû û çavê wî dibirrî bi ser wan welatan de diçů dagir dikir talan dikir malê emanê werdigirt û komkuji pêk dianî.
Kurdistan û Rojhilatanavin pir dewlemend bû. Lê gerek ewili Xoresan Sistan Mazenderan Kirman Şiraz Fars İsfehan Ezerbêcan û Lorîstan dagir bikira paşê Kurdis- tan Sûriye Ermenya Gurciya û Anatolya. Hin Misir ji di rêzê de bû.
Temirleng di navbera salên 1380yî û 1404a de bi ser Rojhilatanavîn Kurdistan û Anatolyayê de gelek seferên dijwar talanker komkujerî pêk anîn. Berêberê Xoresan û Sistan dagir kir di pey re Mazenderan Ezerbêcan û Lorîs- tan dagir kir. Paşê Faristan ji desthilatdarî de xist û dagir kir. Êdî rîya seferên Kurdistanê Qafqasyayê Iraqê Ana- tolyayê û Sûrîyê amade bû. Emê bibînin ku di seferên xwe de nîvê pir li Kurdistanê geryayê.