Wê zivistanê li gundê Siyarpêtê ku di nav çiya û newalan da hatibû jibîrakirinê gelekî berf barîbû. Dibe ku li cîhekî din bûya hinekan dê bi kêf ew berfa spî temaşe bikirana. Lêbelê li wir wek her demê hemû gundiyan bi qisawetê ji baceyên xwe yên piçûk bi tirs û xof temaşeyî derva dikirin li barîna berfê. Çiya newal zevî ser xaniyan bin xaniyan ser dar û daristanan hemû bi berfê spî bûbûn. Jiyan sekinîbû gol û çem qeşagirtî bûn. Bi tenê dengê ava kaniyan wek muzikê dihat û ev bêdengî ji holê radikir. Dibe ku ew dengên ava kaniyan bi tenê nîşana jiyanê bûn wê rojê.