taveheyvê bikşînin ji bîrên kûr Hilbe Kobanî
bila bibe çira û gulavê bireşîne li goristana te
bila baskên xwe vekin bazên di şevê da raketî
îroj zîl daye dengê azadiyê keleha te ya agirî
Kobanî Kobanî Kobanî tu çira yî agir û ba yî
serên serî hildayî li ser meyîtên kesk û şîn
çirayên vemirî bivejin kuncên ji siyê zayî
carcaran erdî bihejîne çar caran hil bibe
volkanek ji axîna kûr te dike qibleya êvarê