Çîrokên Zindanê
Çîrokên Zindanê
  • 3 İŞ GÜNÜ
    İÇİNDE KARGODA
  • Basım Yılı
  • Sayfa Sayısı
    200
  • Kağıt Türü
    Kitap Kağıdı
  • Ebat
    13 x 19,5
  • Dil
    Kürtçe
  • Cilt Durumu
    Karton Kapak
  • ISBN-13
    9786256274143
Ez hêvî dikim ku hûn ê ji vê pirtûkê hez bikin. Bêguman derdên me, êşên me, kul û kederên me jî hene. Lê ji van pirtir hêviyên me, hezkirinên me, hesretên me hene. Hûn jî dizanin, jiyan ti carî nasekine û sekinîn li jiyanê nayê. Em wek girtiyên polîtîk êşên xwe dikin hêz û meşa xwe ya azadiyê berdewam dikin. Lewra jî berpirsiyarên zindanê li me heyirî dimînin. Car caran dipirsin, "Gelo hûn çima ewqas bimoral in, hûn vê hêza xwe ji çi digirin?" Bêguman em hêza xwe ji dayikên aştiyê, ji dayikên şemiyê digirin, ji nirxên xwe û bîrdoziya xwe digirin.
Belê hevalno, ev pirtûk bi derfetên biçûk lê bi hêviyên mezin derket holê. Me careke din jî dît ku piştgirî, hevaltî, rihê kolektîf û hevpar dîwarên zindanan bê wate dikin. Em dizanin ku gelek hevalên me yên di zindanan de gelek pirtûk nivîsandin, berhemên giranbiha derxistin holê. Bila hemû kes bizanin ku zindan ji bo me ne cihê razanê ye. Em dizanin yek bi yek derketina me ya derve ne çareserî ye. Hewce ye ku em pergala xwe ya demokratîk ava bikin û deriyê zindanan bi temamî bigirin. Ew roj zêde ne dûr in, wekî helbestvanê hêja Adnan Yücel jî dibêje, "Heya ku rûyê erdê bibe rûyê evînê," em ê li ber xwe bidin.
Ez silav û hezkirinên xwe ji bo xwendevanên biqîmet dişînim. Bi hêviya rojên azad. Bimînin di nav xêr û xweşiyê de. Berxwedan jiyan e.
Leyla Güven
Katkıda Bulunanlar
Ürün Kategorileri
YORUM YAPIN
Yorum Başlığı:
Yorumunuz*:
 
Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
Hata Detayı:
FIRSATLAR
© 2026 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır