Nasandina Kevneşopen Ezdiyatiye
Nasandina Kevneşopen Ezdiyatiye
    • Basım Yılı
    • Sayfa Sayısı
      440
    • Kağıt Türü
      Kitap Kağıdı
    • Ebat
      13,5 x 21
    • Dil
      Kürtçe
    • Cilt Durumu
      Karton Kapak
    • ISBN-13
      9789759010553
    23,15 TL
    18,52 TL
    ÜRÜN SATIŞ DIŞI
    Xwandevanên hêja!
    Gava ku miletek bixwaze çanda xwe baş nasbike û wê bişopîne divê berî her tiştî mirov ji dîrok û kevneşop (sed û hed urf û adet rê û resm) ên bav û kalên xwe yên weke parastin û pêşvebirina bawerîya îd cejn dawet çebûn kirasguhrîn (mirin) serxwebûn serkeftin û whd. ê re xwedî derkeve. Em dibînin hemû milet bi xêra urf û adetan hezkirin hevgirtin û naskirina kultura xwe mezin dibe. Bi dîtina min kevneşop weke kakilê çanda kevn û nû ye.
    Gelek xwandevan jî dizanin ku di Kurdîstanê de jîyana me Êzîdî yan ji jîyana gel û olên dinê pir cûda bû. Piranîya dîroknasên di nava desthilatdarîya dagirkerên welatê me de rewş û dîroka me bi hemda xwe nerast û ne objektiv dane xwîyayî. Neheqî û bêbextîya gelek dîroknasan ewe ku ewan di berhem dokument û şîroveyên xwe de li gorîya berjivendî û nêrînên hukumdaran bahsa dîrok û kevneşopên me Êzîdîyan kirine. Ji xwe ji ber van çewtîyên dîrokê ye hîna jî "qanûnên" dewletên dagirker û bawerîyên nijadperestan bi hevre nahêlin ku şopa netewe û çanda (kevneşopên) me Kurden resen bêne xwedîkirin.
    Wekî dinê em dizaninku bav û kalên me Êzîdîyan ji ber destê zilm û zora padîşah sultan paşa mîr beg walî axa jendirme nijadperest paşverû û berpirsyarên hemû baylozxanên dewletên metîngehkar nikarîbûye xwe di nava herêm û welatê xwe de azad bidine nasandin an jî bi der û dora xwe re bikevine nava pêywendîyên fireh. Ji xwe ji ber wan kêmasî û neheqîyên di dîroka me de gelek cûdatî û nezanî jî ketîye nava kultura me Kurd û Êzîdîyan. Ez bawer im êdî kes ji me jî hew dikare temamîya mahne û giringîya kevneşopên Kurdên resen û haveynê mirovatîya li Mezopotamîyayê bînine ser ziman.
    Bi dîtina min weke ku di gelek qewl û duayên me de jî tê gotin "Însan ji nûra Xwedê çêbûye" û qewlbêj-ilimdarên me dibêjin "ola Êzîdîyatîyê oleke semavîye" û bawerdikim ku bawerîya me vêga hîna jî gelek girêdanên di navbera Xwedanên esmanî û xwezayî (tabîatê) nê de rast dîyar dikin. Her weha dibêjim tû beşerî Êzîdîyatî ne afirandîye bawerîya hebûna bûhuşt û dojê di Êzîdîyatîya dema berî Şêx Adî de tûne bûye lewmaye ku Êzdî hîna jî dibêjin"ruhê însan namire" ji xeynî çend mişêwrên xwedî ocaxa pêve wekî dinê tû kitabên me ye ku muqades bin tûne ne û kesek nikare bibêje ka ola Êzdî yatîyê kengî hatîye afirandin an jî hew dikare tevaya kevneşopên Êzdî yatîyê şîrove bike.
    Divê em Êzdî van bingeh û rastîyên mîtolojîya xwe qebûlbikin û ji bîra nekin. Dujminê me yê nijadperest û gelek oldarên paşwerû îro hîna jî hebûna ola me nasnakin mezel (gor)ên mirîyên me didine vekirin û hîna jî agehdarîyên çewt li ser kevneşopên dînê Kurda yê herî kevn ku Êzdîyatî yê têne belakirin. Gelek ji me an jî dê û bavên me Êzdîyan hîna jî bi xêra van kevneşopên kevn neteweyîya xwe diparêzin û geleka ji me bi xêra hêjayên dînê Êzdî ev rumet maf û îmkanên rûniştina li Ewrûpa yê bi dest xistine. Gava bav û kalên me Êzdîyan ev wêje mîtolojî foloklor û kevneşopên me Kurdan ne parastina dê çande û wêja Kurdî jî weha mezin ne mana. Kevneşop û zargotina me Êzdîyan hîna jî di xizmeta xwedîkirin û pêşxistina çanda neteweyî de ne.
    Ürün Kategorileri
    YORUM YAPIN
    Yorum Başlığı:
    Yorumunuz*:
     
    Bu ürünle ilgili bize iletmek istediğiniz her hangi bir hata mevcut ise aşağıdaki formdan gönderebilirsiniz.
    Bildirdiğiniz hata tarafımızdan düzeltilince e-posta ile bilgilendirileceksiniz.
    Hata Detayı:
    FIRSATLAR
    Taksit Anlaşmamız Bulunan Kredi Kartları
    Güvenli Alış-Veriş
    Sosyal Medya
    © 2024 KitapStore.com - Tüm Hakları Saklıdır